Malîkî: Li navçeyên pirsgirêk li ser hene, egera derketina şer heye
Malîkî di daxuyaniyekê de ku nivîsgeha ragihandinê belav kiriye dibêje: “Biryara birêvebirina referandûmê li Herêma Kurdistanê û girêdana parêzgeha Kerkûkê bi vê biryarê, hemû hêviyên derbarê dîtina çareseriyê ligel Herêma Kurdistanê têk dide. Ev gav dê nakokiyên zêdetir bi xwe re bîne û dibe ku bibe sedema derketina şer di navbera pêkhateyan de li navçeyên pirsgirêk li ser hene.”
Di daxuyaniyê de hatiye jî “Malîkî daxwaz ji parlemento û hikûmeta Iraqê dike, tedabîrê bilez bêne girtin, ta ew pêşkeftên metirsîdar yekrêzî, aramî û berjewendiyên hemû Iraqiyan û serweriya welêt nexe metirsiyê de.”
Ev daxuyaniya Malîkî di demekê de ye, roja 29ê Tebaxê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bi piraniya dengan daxwaza birêvebirina referandûmê li navçeyên parêzgeha Kerkûkê kir.
Herwiha di dawiya hevdîtina ligel rojnameya “El-Şerq El-Ewset” de Serokê Herêma Kurdistanê gotibû, “Nûrî Malîkî bûye sedema kûrkirina pirsgirêkên Iraqê û tiştê di serdema hikumê wê de li dijî gelê Kurdistanê derketibû, enfalkirinek bi awayekî din bû.”
K24
