• Friday, 20 February 2026
logo

BAKUR - Malbatên du çekdarên DAIŞê bang li Pêşmerge kirin

Gulan Media September 1, 2017 Nûçe
BAKUR - Malbatên du çekdarên DAIŞê bang li Pêşmerge kirin
Du malbatên ku xizmên wan tevlî DAIŞê bûne li Stenbolê xwe gîhandin Rûdawê da ku hewara pêşmerge û Rêveberiya Herêma Kurdistanê bikin. Herdû malbat jî didin zanîn ku kurên wan poşman in ji çûyina xwe, ew dixwazin teslîmî Pêşmerge bibin. Malbat diyar dikin ku endamên wan amade ne ku ji DAIŞê veqetin û daxwaz dikin ku rê bê vekirin, da ku xizmên wan xwe bi edeleta Herêma Kurdistanê bispêrin.

Sê welatiyên ku ji Amed û Semsûra Bakurê Kurdistanê ne, gelek tehdeyî di ber doza kurdî de dîtine û di dawiyê de jî koçî Stenbolê kirine. Lê çîroka ku ew niha di navê de ne nahêle ku ew rûyê xwe eşkere bikin. Birayên wan endamên DAIŞê ne û ew vê yekê weke şerm û xetereyeke ewlehiyê dibînin. Lê birayên wan niha li derdora Tilaferê ne û dixwazin xwe radestî Pêşmerge bikin.

Welatiyê bi navê B.E. ku birayê wî di nav DAIŞê de ye ji Rûdawê re diyar kir: “Birayê me bi me re dihat bazarê û tu zirara wî li tu tiştekî, li tu kesî nedibû. Digot rêya Xwedê ye ezê şehîd bibim. Ew bi gotina xelkê çû. Me di serî de pê re xeber dida nebû, em jê xeyîdîn nebû. Dawiya dawî em çûn Rêveberiya Ewlehiyê ya li Stenbolê û me got 'ewê biçe divê hûn rê lê bigirin'. Me got bi qanûnî hûn dikarin tiştekî bikin. Lê wan ji me re got ew 18 salî ye û azadiya wî ya seyahatê heye û em jî nikarin tiştekî bikin. Piştî ku çû çend caran bi peyamên telefonê em hayîdar dikirin. Me jê re her digot were, neke, vegere. Poşmanî jê re çê bûye lê rêya wî nebû ku vegere. Ditirsiya. Digot heke ez vegerim wê li Tirkiye tiştekî bînin serê min.”

Li gor agahiyên ku malbat dide, navê wî Ferît Ezgîn e. Navê wî yê kod jî Ebûbekîr Kurdî ye. Navê hevjîna wî Merve Gîrgîn e. Di Hezîrana 2015an de ew çûye gihîştiye DAIŞê. Li wir ew zewicandine û beriya mehekê jî zarokekî wî çêbûye. Beriya ku operasyona Tilaferê dest pê bike jî wî bi malbatê re pêwendî daniye û gotiye herin navê min bidin konsolxaneya Iraqê û rayedariya Kurdistanê da ku ez karibim xwe radest bikim. Li gorî agahiyên malbatê ew herî dawî li gondê Holê yê bi ser Tileferê bûye.

Birayê wî yê din ê bi navê R.E. jî aşkere kir: “Birayê me piştî ku çû bûyerek hatiye ser wî û di çeneya xwe de birîndar bûye. Ew neketiye şer, lê li wir av belav kiriye. Pişt re hişên wî hatin serê wî û got 'ezê ji DAIŞê veqetim'. Cara dawîn çû cem Pêşmerge got em qerebalix çûne û Pêşmerge ew negirtine. Yên ku baweriya me herî zêde pê te Pêşmerge ye. Yên herî adil Pêşmerge ye û ên ku heqê mirovan biparêzin jî Pêşmerge ye û divê em xwe radestî pêşmerge bikin. Poşmantî heye û got 'ez 3 seat nîv rê çûme ku ez xwe radest bikim lê gotine em nikarin we bigirin'. Daxwaza wî jî û ya me jî ew e ku Pêşmerge bihêlin ku ew teslîmî wan bibe.”

Birayê welatiyê bi navê M.A. jî ku ji Semsûrê ne, 5 sal in di nava DAIŞê de ye. Li gorî ku ew dibêjin dayîkên wan nexweş in, bi kêlî û seatê digirîn da ku kurên wan bi destê Pêşmerge rizgar bibin. Birayê wî jî li heman cihî ye, ew jî bi hevjîn û zarokên xwe dixwaze teslîmî pêşmerge bibe.
M.A ji Rûdawê re diyar kir: “Birayê min jî di sala 2013an de çû tevlî DAIŞê bû. Navê Ertan Alpaydin e. Navê wî yê kod jî Ebû Fûrkan Kurdî ye. Navê hevjîna wî Kader Îpek e. Zarok jî Zeyneb e. Gelek caran telefon dikir digot 'ez dixwazim vegerim' lê rê tune bûn ku jê biqete. Herî dawî telefon kir got 'ez û malbata xwe em dixwazin vegerin herin li konsolxaneyê navên me binivîsin'. Em çûn me navê wan da konsolxaneyê û em dixwazin ku ew xwe bispêrin edaleta Pêşmerge. Ew jî dizanin ku ew ketine nava karekî xirab. Dilê dayîka me dişewite. Bes e.”

Di demên dawîn de mînakên wiha li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zêde dibin ji ber ku hejmara kesên ku ji vî alî beşdarî DAIŞê bûne bi sedan e. Piştî rizgarkirina Mûsilê jî poşmanbûna wan her zêde dibe û her ku dawiya DAIŞê nêzik dibe jî ew hewl didin ku bi malbatên xwe re pêwendî deynin û ji DAIŞê rizgar bibin.

Rudaw
Top