Fermandeyê Amerîkî yê şerê DAIŞê: Di şerê Til Eferê de 170 çekdarên DAIŞê ji aliyê Pêşmerge ve hatine kuştin
Fermandeyê amerîkî yê hêzên hevpeyman di şerê DAIŞê de Stephen Townsend, li ser şerê DAIŞê li Iraq û Sûriyê ji televîzyona K24 re axivî. Townsend behsa rola Pêşmerge di şerê DAIŞê de jî kir û got, rola Pêşmerge gelekî girîng e û hemahengiyek baş di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de heye. Em qedrê Pêşmerge dizanin û ew qurbaniyên ku dane jî gelekî mezin in.
General Townsend her wiha got, jixwe fîşeka yekem ya şerê Mûsilê ji aliyê Pêşmerge ve hat avêtin bi wî rengî rê vebû da ku artêşa Iraqê derbasî nav Mûsilê bibe.
Wî fermandeyê şerê DAIŞê behsa şerê azadkirina bajarokê Til Eferê yê Mûsilê jî kir û got, derdora 170 çekdarên DAIŞê yên ku dixwastin ji Til Eferê birevin Sûriyê ji aliyê Pêşmerge ve hatin kuştin.
General Townsend behsa operasyona bajarokê Hewîce yê Kerkûkê jî kir û got, hêzên Pêşmerge dê beşdarî operasyona Hewîce jî bibin û di wî şerî de jî dê xwedan roleka hestiyar bin.
Li ser rêkeftina DAIŞ û Hizbullaha Lubnanê li ser bicîhkirina çekdarên DAIŞê li ser sînorên Iraqê jî Townsend got, balafirên şer yên hêzên hevpeyman ew cihê ku wan çekdaran dixwastin bicîh bibin, bordûman kirin. Piştî wê berê xwe dan nav xaka Sûriyê. Lê ji ber ku jin û zarok bi wan re hene em nikarin zêde li wan bidin. Her gava me zanîn jin û zarok ji wan dûr ketine, emê li wan bidin.
Basnews
