• Friday, 20 February 2026
logo

Li Qamişlo di navbera Asayişê û çekdarên mesîhî de şer derket

Gulan Media September 1, 2017 Nûçe
Li Qamişlo di navbera Asayişê û çekdarên mesîhî de şer derket
Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, roja pêncşembiyê di navbera hêzên Asayişa Rêveberiya Xweser û çekdarên mesîhî yên Sotoro yên girêdayî hikûmeta Sûriyê de şer û pevçûn derket.

Çavkaniyên xwecihî yên ji Rojavayê Kurdistanê ji Rûdawê re ragihandin, ku şer û pevçûnên navbera hêzên Asayişê û çekdarên Sotoro li Taxa Elwusta a bajarê Qamişloyê çê bûne.

Li gorî wan çavkaniyan, di encama pevçûnan de çekdarekî Sotoro, ku hêzeke ser bi hikûmeta Sûriyê ve ye, birîndar bûye û bo Nexweşxaneya Niştimaniya Qamişloyê hatiye veguhastin.

Çavkaniyên xwecihî ji Rûdawê re ragihandin, ku hêzên Asayişa Rêveberiya Xweser hêzeke mezin li nava bajarê Qamişlo û bi taybet li derdora bazara Qamişlo bi cih kiriye.

Herwiha hêzên Asayişa Rêveberiya Xweser piştî şer û pevçûnan, Taxa Elwusta ku şer lê çêbûye, bi temamî dorpêç kiriye, rêbend û xalên kontrolê zêde kirine û rêkarên ewlehiyê tundtir kirine.

Di sala bihorî de jî, li Taxa Elwusta ya Qamişloyê ku piraniya rûniştvanên wê Mesîhî ne, şer di navbera çekdarên Sotoro û hêzên Asayişa Rêveberiya Xweser de derketibû.

Herwiha di heyama sala bihorî de, çend teqîn jî li wê taxê çê bibûn, ku di encama wan teqînan de hejmarek kes hatibûn kuştin û hejmarek kes jî birîndar bibûn.

Dîmenên şerê îşev ê navbera hêzên Asayişê û çekdarên Sotoro ji Tora Medyayî ya Rûdawê re hatine şandin.
Top