Malikî piştgîrya xwe ji bo rêketina Hizbulla û DA’IŞê diyar kir
Nûrî Malkî di beyanekê da ragihand; Veguhastina teroristên DAIŞê ji sinorên Lobnanê ji bo bajarê Dêrezor yê Sûrî pişkeke ji sitratîjya şerê dijî teroristan her şerekî jî rewş û kersitên xwe hene ji bo bidestve anîna serketinê.
Malkî ragehand; Kesên nezan û kîn di dilê wan de heweka dijminkarîyê dijî Hesen Nesrulla Serokê Hizbullaha Lobnanî dest pê kirîye, biryara Hizbulla bo rêketina di gel DAIŞê jî karekê rast bû.
Malkîyê Serokê Îtîlafa dewleta Qanûnê amaje da; Behiskirina li dor Dêrezûrê û Bukemal, pirseka Sûrîye û neya Îraqîye, sruştê şerî jî ew rêketin sepandîye.
Got jî; Kê rê daye bi sedan terorist li Tele’ferê xwe vebikêşn û çekên xwe radestî Pêşmergey biken, Tele’fer jî bi rêketin hat rizgarkirin û ne bi şerî.
Waar.tv
