Heciyên Kurdistanê dua bo Pêşmerge û Kurdistanê dikin (vîdeo)
Duh li heciyên Kurdistanê li ser çiyayê Erefatê li bajarê Mekkê yê Erebistanê, di dema encamdana ferîzeya hecê, Pêşmerge û Kurdistanê ji bîr nekirin û bo wan dua kirin.
Di vîdeoyekî de ku li ser malperên civakî hatiye belavkirin, heciyekî kurd dua dike yên din jî dibêjin amîn…
Îsal zêdetirî 5500 kes ji Başûrê Kurdistanê çûne hecê.
Basnews
