Barzanî: Hez nakim Mam Celal di vê rewşê de bibînim
Serok Barzanî ragihand, “Heta tenduristiya Mam Celal Talebanî baş bû, heftane yan ew dihat ba min, yan ez diçûm ba wî. Heger li Bexdayê jî ba, bi telefonê en diaxivîn. Pirsgirêkên gelek mezin rû didan, bi yek telefonê me çare dikir. Heger bizanim Mam Celal dikare bersivê bide yan biaxive, her hefteyekê diçûme ba wî. Ji piştî nexweşiya Mam Celal du caran min serdana wî kir, hez nakim wî di vê rewşê de bibînim.”
Barzanî û Talebanî, tevî cudahiyan, çendîn salan hevrê û hevsengerî di xebata Kurd di westgeha xebata bajar û çiyan de bi hev re bûn.
Celal Talebanî di roja 18ê Berçileya 2012an de ji ber celteya mejiyê bo nexweşxaneya Bexdayê hate veguhastin, piştre bo nexweşxaneyeke Berlînê. Ji roja 19ê Tîrmeha 2014an ve vegeriya Silêmaniyê.
K24
