Hikumeta Herêma Kurdistanê û Dana Gaz rêkeftinek imzekirin û dawî bi nakokiyan anîn
Di daxuyaniya wezaretê de hat gotin, rêkeftina navborî di navbera Dana Gas, Crescent Petroleum û Pearl Petroleum de hatiye îmzekirin û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê di çarçoveya rêkeftinê de, ji wan deynên ku li ser e, bi qasî 600 milyon dolarî demildest bide Kompaniya Pearl Petroleum.
Herwiha Hikûmeta Herêma Kurdistanê demildest 400 milyon dolarên din jî dide Kompaniya Pearl Petroleumê, daku ji bo sermayedaneriya taybet û pêşxistina zêdetir a berhemanîna petrol û gazê terxan bike.
Pearl Petroleum dê berhema gazê li kêlgeha Xormorê bi rêjeya %160 zêdetir bike.
Derbarê deynên Dana Gasê yên li cem Hikûmeta Herêma Kurdistanê de jî, li gorî wê rêkeftina nû ew pereyê ku ji aliyê dadgehê ve hatiye diyarkirin, êdî weke deyn li ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê namîne, lê wê weke xerciyê zêde ji wê berhema ku ji aliyê Kompaniya Pearl Petroleum ve di demên pêş de ji çavkaniyan bi dest bixîne be.
Basnews
