• Friday, 20 February 2026
logo

PYD û rêjîma Sûriyê li ser Efrînê li hev kirin

Gulan Media August 31, 2017 Nûçe
PYD û rêjîma Sûriyê li ser Efrînê li hev kirin
Hat zanîn ku Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û rêjîma Sûriyê lêjneyeka hevbeş li ser herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê pêk anîne.

Ajansa Rûsî ya “Russia Today” ragihandiye, PYD û rêjîma Sûriyê li ser rewşa devera Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, lêjneyek hevbeş ya lihevhatinê pêk anîne û ew lêjne jî bi çavdêriya Rûsya kar dike.

Li gorî nûçeya wê ajansê, erka wê lêjneyê ew e ku jiyanê vegerîne efrînê û rêjeya ziyan û xirabiyên ku ji ber şer gihîştine Efrînê, bihesibîne.

Basnews
Top