John Bolton: Bila Amerîka bi eşkere piştevaniya kurdan bike
Sefîrê berê yê Amerîka li Netewên Yekgirtî (NY) John Bolton bi nivîskî daxwaz ji hikûmeta Waşingtonê kiriye, ji rêkeftina etomî ya Îranê vekişe û binpêkirinên etomî yên Îranê jî deşîfre bike.
John Bolton behsa pêwendiyên Amerîka û kurdan jî kiriye û gotiye, divê Amerîka bi eşkere piştevaniya kurdan bi taybet kurdên Iraq, Sûriye û Îranê bike.
