• Friday, 20 February 2026
logo

Şêwirmendê Serokê Filestînê:Gelê Filestîn li gel serxwebûna Kurdistanê ye

Gulan Media August 31, 2017 Nûçe
Şêwirmendê Serokê Filestînê:Gelê Filestîn li gel serxwebûna Kurdistanê ye
Şêwirmendê Karûbarê ayînî û pêwendiyên Islamî yê Serokê Filestîn ragehand ku, gelê Filestîn bi dil û can li gel serxwebûna Kurdistanê ye û hviya serkeftina referandomê jî xwest.

Serokê tîma ragehandinê ya haciyên Herêma Kurdistanê li Siûdiyê Nebez Ismail ji BasNewsê re ragehand ku, şandeka Wezareta Ewqaf ya Hikumeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li Şêwirmendê Karûbarê ayînî û pêwendiyên Islamî yê Serokê Filestîn û kesayetiyê navdar Dr.Mehmûd Siqî kir, di hevdîtinê de amaje bi pêwendiyên dîrokî di navbera gelê Kurd û Filestînê de hate kirin, tekez kir ku, gelê Filestîn bi dil û can li gel serxwebûna Kurdistanê ye û hviya serkeftina referandomê xwest.

Herwiha Şêwirmendê Karûbarê ayînî û pêwendiyên Islamî yê Serokê Filestîn di wê civînê de da zanîn ku, heta niha taxekî bajarê Xelîl Kurdnişînin û Serokê şaredariyê jî Kurde, aşkere kir ku, em hêvîdikin Kurd bigehin serxwebûna xwe .

Basnews
Top