Artêşa Îraqê: Divê îro hemû Eyaziye were kontirolkirin
Yek ji Fermandeyê Artêşa Îraqê Muqedem Ednan Seîd ragihand ku divê beriya cejnê wate îro hemû Eyaziye bê kontrolkirin. Her wiha bal kişande ser wê yekê ku hêzên Îraqî berdewam berev pêş diçin û guvaşeke tûnd jî li ser çekdarên DAIŞê heye.
Wî Fermandê artêşa Îraqî her wiha got, hêzên wan wê hemû Eyaziyê kontrol bikin, eger pêwîst jî bike ewê wan xaniyan birûxînin yên ku çekdarên DAIŞê xwe tê de veşartine.
Duh fermandeyê Polîsên Federal yê Îraqê kontrolkirina bajarokê Eyaziye ragihand lê ji ber tengbûna kolanan, hêzên Îraqî bi tenê dikarin şerê kolan bi kolan bikin.
Çend çavkaniyên artêşa Îraqê ragihandine ku şerê Eyaziye ji gelek şerên din yên navçeyê zehmetir bû.
Rudaw
