Karwaneke DAIŞê hat bombebarankirin
Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bi serokatiya Amerîka, dijî rêkeftina ku di navbera Hizbulaha Libnanî û DAIŞ de ye.
Li gor rêkeftinê, tevahiya çekdarên DAIŞê ji sînorê Libnanê ji bo bajarokê Bokemal a li ser sînorê Iraqê tên veguhastin.
Di wê derbarê de, Nûnerê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ragihand, “Pêwîst e çekdarên DAIŞê bêne kuştin, ne ku Sûriye wan ji sînorê xwe yê bi Libnanê re veguhêzîne sînorê Iraqê û bê agahdariya hikûmeta Iraqê.”
K24
