• Friday, 20 February 2026
logo

Necmedîn Kerîm: Bertîlê nadin tu kesî

Gulan Media August 31, 2017 Nûçe
Necmedîn Kerîm: Bertîlê nadin tu kesî
Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm di konferanseke rojnamevanî li Kerkûkê de ragihand, “Referandûm mafekî me yê yasayî ye, bo razîkirinê jî tu bertîlê nadin tu kesî.”

Parêzgarê Kerkûkê derbarê helwesta Bereya Tirkmenan li ser referamdûmê de got: “Mixabin Bereya Tirkmenî li sûna kar bo xelkê Kerkûkê û bi taybet Tirkmenan bike, cudahiyê dixe di navbera xelkê bajêr de. Hêvîdar in dahatûya xelkê li ber çav bigire û kesî nehevojin ku karên xirab bikin.”

Got jî: “Ne merc e ku ewê ne di Bereya Tirkmenî de be, ne Tirkmen e. piraniya Tirkmenan ne endamê tu partiyekê ne. Kasib in û dixwazin di rewşeke aram de bijîn û xizmetguzariya wan hebe.”

Necmedîn Kerîm got ragihand jî “Referandûm mafekî me yê yasayî ye, bo zanibin raya xelkê derbarê serxwebûnê de çi ye, bo çi bi wan nexweş e xelk raya xwe bide. Bo razîkirinê jî bertîlê nadin tu kesî.”

Duh, Encûmena Parêzgeha Kerkûkê biryar da, Kerkûk û sînorê wê parêzgehê refernadûma serxwebûna Kurdisanê di 25 Îlona bê de bi rê ve dibin.

K24
Top