Encûmena rêveberiya PDKê li Kerkûkê: Pêkhateyên Kerkûkê li gel Barzanî dê bicivin!
Serokê encûmena rêveberiya Kerkûk-Germiyan ê PDKê, ji BasNewsê re ragehand: ‘’Biryare hemû pêkhateyên Kerkûkê li gel serok Barzanî dê bicivin, herwaha Barzanî ligel çîn û tebeqeyên gelê Kerkûkê dê bicivin, civîna pêkhateyan û Barzanî zêdetir li ser çar xalane, yekem ew pêkve jiyana ku naha heyî berdewam kirina wê ye, kurd, tirkmen û ereb li gel yek bira di bin çetra aramî ya hêzên Pêşmerge de li gel yek jiyana wan e. Duyem hemû pêkhate bê guhdana aliyên wek partî dixwazin di hewayeke aram û pêkve jiyanê de referandûmê di dema xwe de birêve bibin. Sêyem pêkhate di pêşeroja Kurdistanê de giringî ji wan re bê dayîn û xwedî beş bin di saziyên hikûmet û dewletê de. Ya çarem hemû pêkhate di çarçoveya hêzên Pêşmerge de mafê wan parastî be û ciwanên wan jî di hêzên Pêşmerge de bên bi cîh kirin.’’
Herwaha ragehand, pêkhateyên Kerkûkê daxwaza civînê ji serokê herêma Kurdistanê kirine û Barzanî jî ragehandiye ku dê li gel pêkhateyên Kerkûkê bicive.
basnews
