• Friday, 20 February 2026
logo

Serok Barzanî li gel hejmarek mamostayên ser bi Wezareta Perwerde ya Hikumeta Herêma Kurdistanê civiya

Gulan Media August 31, 2017 Nûçe
Serok Barzanî li gel hejmarek mamostayên ser bi Wezareta Perwerde ya Hikumeta Herêma Kurdistanê civiya
Roja çarşem 30.08.2017 li bajarê Hewlêrê, birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel hejmareke zêdeyê ji mamostayan û birêvebirên xwendingehên bajarê Hewlêrê civiya.

Di destpêkê de Serokê Herêma Kurdistanê, pesnê xweragirî û ked û zehmetiyên mamostayan kir, ku bi sedema qeyrana darayî û kêmiya mûçeyê rê nedan proseya xwendinê li xwendingehan rawestê û balkişand li ser wê yekê û got: Bi pîroziya erkê we û bi şanaziyê ve li sala 1991 ve heta îro we nehiştiye proseya xwendin rawestê, eve serweriye ku we ji bo xwe û mîlletê xwe tomarkiriye û hêjayî wê yekê ne ku berdewam bi spas û pêzanînê ve navên we bê bîranîn.

Li beşekî dinê gotara xwe da Serok Barzanî, tîşk xiste li ser rol û erkê pîroza mamosta li pêgihandina nifşên paşarojê û mamostayan bi dinamoya dirustkirina serkirde û nifşeke tendirustê mîllet û civakê wesif kir. Bi erkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî zanî hewlên xwe yên ji bo baştirkirina jiyan û guzeraniya mamostayan bihêztir bike.

Di derbarê pirsa referandûmê ve birêz Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku ev biryar raste li 7ê hezîrana îsal hêzên siyasiyan û gelê Kurdistanê biryarê lêdaye, lê belê eve mafekî siruştiya Herêma Kurdistane û hîç tiştek ji vê proseyê bi nirxtir nîne, bi taybetî ku şeraketa rasteqîne û beşdarîkirina arezûmendaneya me li gel Bexda hîç encamekî nebû, ji bo wê yekê li rûniştina 7ê hezîranê hêz û aliyên Kurdistaniyan biryar dan 25ê eylûl bê diyar kirin ji bo encamdana referandûmê.

Serok Barzanî biryara encamdana referandûmê ji bo hemû gelê Kurdistanê vegerand û carekî din redkir, ev biryara tak kes ya take hizbî bê, belku eve yê gelê Kurdistane û bi tu awayekî jî li paşxistina wê nîne.

Di derbarê peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda, Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê li gor çendîn qonaxan Kurd beşa xwe li vî welatî da ji navbirin û ruxandina gund û enfal û kîmbaranê bûye, ji niha de jî amade nîne paşaroja xwe bide destê çarenivîsekî nediyar ve, ji bo wê yekê biryar hatiye dayîn bi awayeke aştiyane û dûrî li tunditîjiyê referandûmê encambide û paşaroja xwe diyar bike.

Serok Barzanî pesnê biryara Encûmena Parêzgeha Kerkûkê û çend yekeyekî îdarî ya navçeyên derveyê Herêma Kurdistanê kir ku biryarê dane beşdarî li referandûmê bikin û daxwaz jî kir tu karvedanek beramber bi wan xelkan ve nîşan nedin dijî vê biryarêne, belku bi awayeke birayane û li ser bingeha pêkvejiyanê li gel wan de muamele bê kirin.

Mamostayan jî ji aliyê xwe ve tekez kirin ku bi qelem û zanist û perwerde heman rola Pêşmerge dibînîn ji bo serbixweyî ya Kurdistanê û piştevaniyê li referandûm û dengê (Belê) bikin.

Top