• Friday, 20 February 2026
logo

Besê Hozat: Kurdistana serbixwe daxwaza hemu kurdane

Gulan Media August 30, 2017 Nûçe
Besê Hozat: Kurdistana serbixwe daxwaza hemu kurdane
Hevseroka Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Besê Hozat ragihand ku, ew ne li dijî Kurdistana azad û serbixwe ne.
Hevseroka KCKê Bese Hozat da xuyakirin, kurd di demeke dîrokî re derbas dibin û di vê demê de yekîtiya kurdan jiyanî ye û mercên hundir û derve vê yekîtiyê ferz dikin.
Hozat da zanîn Kurdistana Serbixwe daxwaza hemu kurdan e û ew wek KCKê jî ne li dijî serxwebûnê ne. Ev 45 sal in bo Kurdistaneke azad û serbixwe têdikoşin.
Hozat da xuyakirin, ew dixwazin li her çar parçeyên Kurdistanê, kurd çarenivîsa xwe diyar bikin û li Herêma Kurdistanê sîstemeke herêmî ya federalî ku hemû pêkhateyan bigre nav xwe bê damezrandin.
Aliyên siyasî û nûnerên pêkhateyên Herêma Kurdistanê roja 7ê Hezîranê bi serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civiyabû û biryara birêvebirina referandûma serxwebûna Kurdistanê li nevxwe û li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî herêmê di roja 25ê Îlona bê de dabûn.
Top