Amerîka li ser veguhestina çekdarên DAIŞê bo ser sînorên Iraqê daxuyanî da!
Nûnerê taybet ê serokê Amerîkayê Brett McGurk di tora xwe ya civakî twetterê de amaje bi vê yekê kir ku terorîstên DAIŞê pêwîste her di qada şer de bên kuştin û teqez kir: ‘’ne tenê bê razîbûna Iraqê û bi otobûsan ji Sûriyê ve bo ser sînorên Iraqê hatine veguhestin.’’
Herwaha aşkera kir, li gel welatên hevpeyman alîkariya yek dikin ku carekedin ew terorîstana ne vegerin Iraqê û got: ‘’Terorîst nikarin ji çarenivîsa bê hêvî ya xîlafeta xwe birevin.’’
Duh 29.08.2017ê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê nîgeraniya xwe derbarê rêkeftina di navbera Hizbulla, rejîma Sûriyê û DAIŞê de ragehandibûn û wek danûstandinek bi guman a di navbera wan aliyan de pênase kiribû. Herwaha bendewariyên xwe yên derbarê aliyên peyvendîdar helwêstê xwe diyar bikin anî ziman.
Piştre jî serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di gotareke xwe heftiyê de ragehand, veguhestina terorîstên DAIŞê bo ser sînorên Iraq û Sûriyê hêvinê gef e bo ser gelê Iraqê.’’
Basnews
