• Friday, 20 February 2026
logo

Artêşa Tirkiyê careke din Efrîn topbaran kir:7 kes birîndar bûn

Gulan Media August 30, 2017 Nûçe
Artêşa Tirkiyê careke din Efrîn topbaran kir:7 kes birîndar bûn
Artêsa Tirkiyê û grûpên çekdar ên li bajarê Ezazê bajarê Efrînê didin ber topan, di encamê de heta niha 7 welatiyên sivîl birîndar bûne.

Çalakvanên ji bajarê Efrînê ji K24ê re ragihandin, îsev demjimêr 22:00 artêsa Tirkiyê û grûpên çekdar ên li bajarê Ezazê, bajarê Efrînê bi 6 topan armanc kirin, ku li nava bajêr ketin.

Li gor çalakvanan, heta niha hîn topbaran li ser bajarê Efrînê berdewam e û heta niha hatiye zanîn ku 6 welatiyên sivîl birîndar bûne, ku di nava wan de jin û zarok jî hene.

Ev topbarana artêşa Tirkiyê ji navenda bajarê Efrînê re di demekê de ye, li gor rêkeftinekê di navbera YPG û Rûsya de duh hêzên Rûsî li bajarokê Til Rifatê bicih bûn.

Li gor daxuyaniyeke YPGê jî, ji erkê hêzên Rûsî ye, parastina ewlehiyê herêmên Efrîn û devera Şehbayê ye.

Herwiha, hêzeke din ya Rûsî ji meha Adara borî ve li gundê Kefer Cenê ya Efrînê belav bicih bûye, lê topbarana Tirkiyê li ser gundê Efrînê berdewam dibe.

Basnews
Top