• Friday, 20 February 2026
logo

Wezareta derwe ya Tirkîyê Biryara Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ya Referandomê rexne kir

Gulan Media August 30, 2017 Nûçe
Wezareta derwe ya Tirkîyê Biryara Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ya Referandomê rexne kir
Wezareta derwe ya Tirkîye bi daxuyanîyek nivîskîde rexne li biryara Biryara Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ya li ser referandoma serxwebune kir u wiha got: ”Xelekêk din ser bi zincira xeletîyan ve zede bûye. Zagona bingehî ya Irakê hatîye bezandin. Ev biryara ku neye qebulkirin ji alîye xwedîyen bingehî boykot kirin. Em dibejin biryara dadgeha Bexda ya ku 17ê tebaxê bîr tînin ku Encûmena Parêzgeha Kerkûkê û hikumeta herême nikare biryarek wiha bide mafe wan tineye. Hikumeta herême li ser we biryara xeter berdewam bike hizmeta mafên wan jî nake û ji alîye civata navnetevî ve jî naye qebul kirin.” Ji alîye din ve serokê giştî ye Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK)ê Mistefa Ozcelîk li ser malpere xwe te twîttere peyamk belavkir û wiha got: ”Biryara Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ya beşdarîya referandûma serxwebûna Kurdistanê, biryareke dîrokî ye .Ez Encûmena Parêzgeha Kerkûkê pîroz dikim.Kerkûk Kurdistan e.”

Waar.tv
Top