Rêveberê Tirkmen Quryalî: Garantiya mafên me tenê referandûm e!
Cîgirê serokê Partiya Şiruqî Tirkmen Dûreyd Quryalî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Em referandûma serxwebûna Kurdistanê wek take helbijarde dizanin ku em careke din rastî metirsî û gef û binpêkirinên mafên xwe nebin, ji ber dervey serxwebûnê jî ti rêyeke din li pêş me tineye.’’
Quryalî got: ‘’Em li benda roja birêveçûna referandûmê ne ku em biçin ser sindoqên dengdanê û bi ‘’Belê’’ deng bidin bo serxwebûna Kurdistanê.’’
Basnews
