Barzanî: Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê got ew ne li dijî giştpirsiyê ne
Serok Barzanî di hevpeyvînekê de ji rojnameya Şerqulewset re axivî û derbarê çend mijarên giring ên li ser paşeroja Kurdistan û Iraqê de, bersiv da pirsan.
Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir, ku dê giştpirsî di dema xwe de were kirin û da xuyand ku giştpirsî bikaranîna mafê rewa yê çarenivîsa gelê Kurdistanê ye.
Bi ti awayî ji biryara giştpirsiyê poşman nabin
Serok Barzanî got: "Herêma Kurdistan ji demekê dîrokî re derbas dibe û dê derbarê çarenivîsa xwe de biryarê bide. Bi ti awayî ji biryara giştpirsiyê poşman nabin. Paşxistin nabe. Tenê eger berdêleke baştir hebe, dikare li ser were sekinandin.”
Mesûd Barzanî di hevpeyvînê de behsa naveroka hevdîtina xwe ya li gel Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê James Mattis a hefteya derbasbûyî jî kir û da xuyakirin: “Mattis ji min re got, em daxwaz û armancên gelê Kurdistanê fêm dikin û ne li dijî giştpirsiyê ne. Dizanin ku mafê we ye. Lê niha ev mijar balê ji şerê DAIŞê dûr dixe. Lewma em dixwazin hûn vê biryarê li ber çavê xwe re derbas bikin.”
“Ji bilî giştpirsiyê ti alternatîfeke baştir heye?”
Serokê Herêma Kurdistanê da zanîn, ku wî ji Mattis re gotiye, hemû hewldanên li gel şîrîkatiya bi Bexdayê re serkeftî nebûne. Derbarê pêşniyara paşxistina giştpirsiyê jî diyar kiriye, “Gelo ji bo îmzekirina belgenameyekê, ku garantiyê bdie kurdan ti amadekariyek heye. Eger kurd salekî din giştpirsiyê bike û biryara serxwebûnê bide dê nas bikin?”
Barzanî destnîşan kir, ku sala derbasbûyî wî ji Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û serkirdeyên hêzên siyasî re gotiye, tecrubeya hevbeşî û şîrîkatiya bi Bexdayê re biser neket, bila hewl bidin da bibin du cîranên baş û alîkar bin.
Mesûd Barzanî bal kişande ser wê yekê, ku Bexdayê hevbeşiya wan qebûl nekiriye û got: “Bijardeya me jî giştpirsî û serxwebûne, eger derfetek mabe jî ku em giştpirsiyê çênekin, divê garentiyeke nivîskî ji aliyê Bexda û Washington û Neteweyên Yekgirtî û Yekîtiya Ewropa ve hebe, ku encamên giştpirsiyê qebûl bikin eger şeş mehan yan salekê hat paşxistin.”
“Em rê nadin Îran xwe tevlî karên me bike”
Li ser rewşa Kerkûkê Mesûd Barzanî diyar kir: "Kerkûk bi tenê ne bajarê kurdî ye. Kurd, tirkmen, ereb û krîstiyan li vî bajarî dijîn. Em ji bo gotûbêja li gel wan amade ne.”
Di berdewam hevpeyvînê de Serok Barzanî tekez kir, ku dê biryara dewleta Kurdistanê di destê wê de be û nabe beşek ji projeyên Îranê û ti aliyekî din. Barzanî got: “Min ji îraniyan re ragihand, ku pêwendiyên baş ên cîrantiyê dê di berjewendiya herdu aliyan de be. Bi eşker ejî min ji wan re got, ku em rê nadin ew xwe bixin nava biryarên me.”
Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî bal kişande ser wê yekê ku erebên sune zerermendên herî mezinin ên rewşa navxwe yê Iraqê bûne.
Rudaw
