Serok Barzanî pêşwaziya şandekî bilinda dîplomasî û serbaziya Amerîkayê kir
Di destpêka hevdîtinê de General Stephen Townsend ragihand ku erkê wî yê wekî Fermandeyê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriye bi dawî hatiye û vedigerê welatê xwe û General Fank li şûna wî destbikar dibe. Serok Barzanî hêviya serkeftinê li erkê nû yê her dû Generalan xwest.
Li dirêjahiya hevdîtinê de bi hurî behsa rewşa Mûsil û bereyên rûbirûbûna li gel terorîstan bi giştî û navçeya Tele'fer bi taybetî kir û her dû alî hevre bûn ku derxistina Da'îş ji Mûsil û navçeyên din bi wateya dawiya terorê nayê û tekez li ser berdewamiya hevkarî û hemahengiya di navbera her dû aliyan kirin.
Li beşekî dinê hevdîtinê de rewşa siyasî û emnî ya Iraq û Sûriye û pêşketinên li dijî Da'îş, xistin ber behs û guftûgoyan.
