Herêma Kurdistanê desturekî nû bo dewleta serbixwe amade dike
Di çarçoveya panêlekê de di bin nave nexşerêya dewleta Kurdistanê ku, îro Duşemê li Hewlêrê bi rêve çû, Endamê polîtburoya Siyasî ya PDK Kemal Kerkûkî got ku, me dest bi qonaxa piştî referandomê kiriye û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi zelalî behsa hemû pêkhateyan weke şirîk di dewleta nû de kiriye.
Herwiha Endamê polîtburoya Siyasî ya PDK Kemal Kerkûkî da zanîn ku, destura nû mafê mirovan û demokrasî û hemû pêkahatiyan diparêze û tekez kir niha komîteyeke dest bi nivîsandina desturê kiriye.
Roja 25ê Îlonê referandoma serxwebûna Kurdistanê li hemû navçeyên Herêma Kurdistanê û yên Kurdistanî li derveyî idareya Herêmê bi tê encamdan.
Basnews
