• Friday, 20 February 2026
logo

Bexdayê pareyê genimê cotkarên kurd şand

Gulan Media August 29, 2017 Nûçe
Bexdayê pareyê genimê cotkarên kurd şand
Wezîrê Çandinî û Çavkaniyên Avê yê Herêma Kurdistanê ragihand, ku Bexdayê çeka pareyê genimê cotkarên Herêma Kurdistanê şandiye Hewlêrê.

Wezîrê Çandinî û Çavkaniyên Avê yê Herêma Kurdistanê Ebdulstar Mecîd ji Rûdawê re ragihand: “Hikûmeta Iraqê pareyê ji sedî 80ê y3e genimê cotkarên Herêma Kurdistanê yê sala 2017ê şandiye.”

Mecîd da zanîn, ku di vê çeka pareyê de pişka Hewlêrê 45 milyar dînar, Duhok 35 milyar û Silêmanî jî 15 milyar dînar e.

Wezîrê Çandinî û Çavkaniyên Avê yê Herêma Kurdistanê da zanîn, ku piştî cejnê dê dest bi dabeşkirina pareyên cotkaran bikin.

Ebdulstar Mecîd herwiha eşkere kir, ku ew bi berdewamî di nava hewldanê de ne da ku Bexda deynê cotkaran ên borî jî bişîne.

Rudaw
Top