• Friday, 20 February 2026
logo

Fox News : Pêwîste Amerîka piştgiriya serxwebûna Kurdistanê bike

Gulan Media August 29, 2017 Nûçe
Fox News : Pêwîste Amerîka piştgiriya serxwebûna Kurdistanê bike
Malpera Fox News a Amerekayê di babetekî xwe de belavkiriye ku, pêwîste Amerîka piştgiriya Serxwebûna Kurdistanê bike ji ber ku, berjewendiyên xwe ligel Kurdan re hene.

FoxNews babetek di bin nave "Pêwîste Trump piştgiriya serxwebûna Kurdistanê bike û rêgiriyê ji giheştina Îran bo deryaya naverast bigre " belav kir, tê de hatibû ku 25ê Meha Îlonê referandoma serxwebûna Kurdistanê tê encamdan û Kurdistan ji Iraqê cuda dibe, ew pêngav başe û derfeteke başe bo berjewendiyên Amerîka.

Nivîskarê wê babetê bo FoxNews nivîsandibû ku, pêwîste Trump piştgiriya xwe ji daxwaz û xwestekên gelê Kurdistanê bike daku, bigehe serxwebûna xwe û got ku, ew pêngav Kurdistanê ji demeke dirêje çaverêya wê dikin ku, li gor peymana Sayiks Pîko hatibûn parçekirin.

Di beşeka dina gotarê amaje bi wê yekê tê kirin ku, Kurd mezintirîn netewa bê dewletin heta niha li ser erdê li wê navçeyê dijîn û ciheke cugrafî û diyarkirî heye û bi zorê li ser çar dewletan, Tirkiyê, Iraq, Sûriyê û Îran hatine dabeşkirin.

Herwiha nivîskarê babetê dûpatî li ser wê yekê kir ku, dive Amerîka hevpeymaniyekî pêkbîne ku, Kurdistana serbixwe, Iraq û Nato li xwe bigre û bi hevre aramiyê li navçeyê vegerînin, di dawiya gotarê de jî dibêje ku, dive rêkeftineke dirêj bo parastina dostên me li navçeyê li gel Kurdan bike.

Basnews
Top