Necmedîn Kerîm: Ji ber referandumê ti alozî li Kerkûkê çê nabin
Necmedîn Kerîm îşev 28ê Tebaxa 2017ê beşdarî bernameya Rûdawa Îro ya televîzyona Rûdawê bû û li ser mijara sazdana referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê li Kerkûkê û helwesta rêveberiya vê parêzgehê axivî.
Di axavtina xwe de, Necmedîn Kerîm da xuyakirin, ku di civîna sibê sêşembî 29ê Tebaxa 2017ê ya Encumena Parêzgeha Kerkûkê de, dê rêjeya yasayî bo li dar xistina civînê were bidestxistin.
Kerîm got: “Ez piştrast im, ku tevî Kurd, Ereb û Tirkmen dê rêjeya yasayî ya bo civîna encumenê %80 be û dê deng jî were dan, ji bo ku referandum li Kerkûkê were sazkirin, her weke ku çawan deng bi bilindkirina Ala Kurdistanê jî hat dan.”
Kerîm derbarê helwesta aliyên erebî yên Kerkûkê de jî axivî û da xuyakirin: “Erebên nava Encumena Parêzgeha Kerkûkê di nava xwe de yek nînin li ser wê çendê ku gelo beşdarî civîna sibê bibin an na.”
Parêzgarê Kerkûkê diyar kir, ku eger dengdan bi nihênî li encumena parêzgehê birêve biçe, endamên Ereb û Tirkmen ên encumenê dê dengê Erê bidin biryara encamdana referandumê li Kerkûkê.
Necmedîn Kerîm destnîşan kir, bi ti şêweyekê di destûra Iraqê behsa wê yekê nehatiye kirin, ku nabe Ala Kurdistanê li Kerkûkê were bilindkirin, yan nabe ku referandum li Kerkûkê û cihên din birêve biçe.
Kerîm amaje bi hebûna paradoksê di helwesta aliyên li dijî referanduma Kurdistanê kir û anî ziman: “Madeya 140 di nava destûra Iraqê de heye, ku nehatiye cîbicîkirin, lê belê dijberên referandum û alê dibêjin, ku madeya 140 dema wê derbas bûye.”
Di beşeke din a axavtina xwe de, Parêzgarê Kerkûkê ragihand, ku dê li heman cihê hilbijartinên berê navendên dengdan bo referandumê werein danîn û tekez kir, ku ewlehiya binke û navendên dengdana bo referandumê li Kerkûkê dê parastî be.
Li ser mijara tomara dengderan li Kerkûkê jî, Necmedîn Kerîm da xuyakirin, ku tomara dengderên wê parêzgehê ji ya hemû parêzgehên din ên Iraqê baştir e û bi awayekê bilez tê nûkirin.
Derbarê Hewîceyê û anîna hêzên Heşda Şeibî bo deverê de jî, Necmedîn Kerîm got, ku ew bi dûr dibîne ku alozî derkeve û destnîşan kir: “Sedam beşek ji xaka Kerkûkê veqetand û DAIŞê jî beşek din ji Kerkûkê veqetand. Tenê yek li ser care erdên resen ên Kerkûkê, niha di destê rêveberiya bajêr de ye.”
Rudaw
