• Friday, 20 February 2026
logo

Serok Barzanî: Kurdistan dewleta hemû Kurdistaniyan dibe

Gulan Media August 28, 2017 Nûçe
Serok Barzanî: Kurdistan dewleta hemû Kurdistaniyan dibe
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî peyamek ji bo Konferansa “Nexşerêya Nû ya Kurdistanê” ku li Hewlêrê tê organzekirin re şand û tê de daxwaziya xwe ji zanîngehên Kurdistanê, ku civata Kurdistanê liser babeta referenduma serxwebûnê zanyar û agahdar bikin anî ziman.
Di Konferansê de gelek pspor, akademîsyen û siyasetmedar beşdarî kirin, bîrûrayên xwe, pêşbînî û hizrên xwe ragihandin.
Serokê Kurdistanê Mesûd barzanî jî peyamek bo vê konferansa han şand û di peyama xwe de destnîşankir ku, erka zanîngehan, sazûmanên zanyariyê di rêya mafê çarenûsa neteweyî de, ronîkirin û zanyarîdana civatê ye.
Di peyama xwe de Serok Barzanî balkişande ser vê yekê ku dewleta Kurdistanê ne tenê dewleta Kurdan, dewleta hemû pêkhateyên etnîkî û olî yên ku li Kurdistanê de dijîn dibe. Dewleta ku piştî 25ê Îlonê tê damezrandin, welatê hemû welatiyên ku li ser xaka Kurdistanê jiyan dikine.

Top