• Friday, 20 February 2026
logo

Gerek Tirkiye Kurdistan'a Serbixwe beriya Îsraîl'ê nasbike

Gulan Media August 28, 2017 Nûçe
Gerek Tirkiye Kurdistan'a Serbixwe beriya Îsraîl'ê nasbike
Serokê Mazlum-Der'ê yê berê û nivîskarê tirk Omer Faruk Gergerlioglu di gotara xwe de dinivîse ku divê Tirkiye berî Îsraîlê serxwebûna Kurdistan'ê binase.
Serokê Mazlum-Derê yê berê û nivîskarê tirk Omer Faruk Gergerlioglu di gotara xwe ya artıgercek.com'ê de got nivîsandiye û derbarê referandûma Serxwebûna Kurdistan'ê de ji Dewleta xwe Tirkiyê re dibêje: "Gelê kurd bi kelecan li benda referanduma serxwebûna Kurdistan a 25ê Îlonê ye. Dijderketina serxwebûna Kurdistanê dijderketina herka dîrokê ye."
Omer Faruk Gergerlioglu di nivîsa xwe de polîtîkaya Tirkiyeyê ya li hemberî Herêma Kurdistanê rexne kir û got: "Divê Enqere berî Îsraîlê serxwebûna Kurdistanê binase. Gelê tirk di mijara referanduma serxwebûna 25ê Îlonê de gelê kurd fêhm nake. Mixabin dema mirov behsa mafê kurdan dike ji nişkê ve bi ‘nîjadperestiya kurdîtî' bi nav dikin."
Gergerlioglu di berdewamiya nivîsa xwe de got: Çima dewlet xwestin ji bo kurdan heqaret e. Kurd jî gelekî bêriya Kurdistaneke serbixwe dikin û bi kelecanî li benda sibeha 26ê Îlonê ne. Hêvî dikin 26ê Îlonê Hewlêr, gelê kurd û hemû demokratên tirk di nava kêfxweşiyê de bin. Em dev ji nîqaşên ‘Çima Îsraîl piştgiriya serxwebûna Kurdistanê dike' berdin û bi rastiyan re rû bi rû bibin. Hêvî dikim piştî referandumê Tirkiyeyê berî Îsraîlê Kurdistanê binase ku hinekî dilê kurdan xweş û geş bike."

Top