Celewla jî beşdariya referandumê dike
Îdareya bajarokê Celewla ku ser bi Xaniqînê ye radigehîne, ku referanduma serxwebûna Kurdistanê dê li Celewla jî were lidarxistin.
Li gor daxuyaniya civata xwecihî ya bajarokê Celewla, ku îmzaya Serokê civatê Celîl Mihemed Reşîd li sere, hemû endamên civatê bi yek deng biryara beşdarbûn di referanduma serxwebûna Kurdistanê dane.
civatê amaje bi vê jî kiriye ku ew biryara wan bo rêzgirtine li xwîna paqij a şehîdên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û asayîşê, ku jiyana xwe bo rizgar kirina bajarokê Celewla kirin qurban
