Artêşa Iraqê: Bajarê Telaferê bi temamî ji destê DAIŞê hat rizgarkirin
Ferîq rokin ‘Ebdulemîr Reşîd Yarolla fermandarê operasyonên rizgarkirina Tele’fer di beyanekê da ragehand; Hêzên firqa 9 a zirîpoş û herdu lîwayên 29 û 11e yên Heşda Şe’bî dawî tax û deverên Tele’ferê kontirol kirin.
Xuya jî kir: Bi kontirolkirina taxên ‘Eskerî, Pîşesazîya Bakur, devera Pîşangehan, derwazeyê Tele’fer û gundê Rehme, bajarê Tele’fer bi temamî hatin kontirolkirin.
Herwisa di wê beyanê da hat; Li sinorê Tele’ferê bi tenê nawçedarîya ‘Îyazîye û gundên derdorên wê mayne û her yekser hêzên firqeyên 15e û 16e bere bi ‘Îyazyê ve çûn.
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di 20ê Tebaxa meha borî de operasyona rizgarkirina bajarê Telaferê dabû destpêkirin. Telafer di navbera sînorê Iraq û Sûriyeyê de ye û ji bo DAIŞê herêmeke pir girîng e.
K24
