2 dewletan derbarê Kurdistanê de biryarek dan
Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di dauxyaniyeke nivîskî de ragihand, ku her du welatên Ukrayna û Srîlankayê biryar dane, ku konsulxaneyên fexrî li Herêma Kurdistanê vekin.
Fermangeha Pêwendiyên Derve herwiha diyar kiriye, ku wan jî ji aliyê xwe ve weke aliyê pêwendîdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê rê bi vekirina nûneratiyên her du welatan li Kurdistanê dane.
Di daxuyaniya Fermangeha Pêwendiyên Derve tê gotin, di çarçoveya siyaseta Herêma Kurdistanê ya bo pêşxistina pêwendiyên derve û piştgirêdana bi prensîpa dergehên vekirî di rûyê civaka navdewletî de, û piştî razîbûna hikûmeta Iraqa Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, biryar hat dan, ku rê bi vekirina konsulxaneyên fexrî yên her du welatên Komara Ukrayna û Komara Demorkatîka Sosyalîstî ya Srîlankayê li Herêma Kurdistanê were dayîn.
Li gorî daxuyaniyê, bi vekirina wan konsulxaneyan, hejmara nûneratiyên welatên biyanî yên li Herêma Kurdistanê bo 38 nûneratiyan zêde dibe.
Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwiha daye xuyakirin, ku ew pêşwazî li biryara her du welatên Ukrayna û Srîlankayê y abo vekirina nûneratiyên wan li Kurdistanê dikin û tekez kiriye, ku vekirina konsulxaneyên fexrî yên wan welatan kanaleke din a pêwendiyên du alî ji bo xurtkirina pira pêwendiyên li gel her du welatan, di warên aborî, bazirganî, kulturî û rewşenbîrî de ye.
Di beşeke din a daxuyaniyê de, Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryara vekirina nûneratiyên Ukrayna û Srîlankayê vegerandiye bo pêgeha niha û paşerojê ya Herêma Kurdistanê.
Wê fermangehê destnîşan kiriye, ku ew bi pêngava her du welatan bo vekirina konsulxaneyên xwe yên fexrî keyfxweş in û tekez kir, ku ew dê bo serxistina karûbarên wan nûneratiyan û pêşxistina pêwendiyên li gel Herêma Kurdistanê piştîvan bin.
Rudaw
