• Friday, 20 February 2026
logo

Serok Barzanî weke bibandortirîn kesayetiyê hefteyê hate hilbijartin

Gulan Media August 28, 2017 Nûçe
Serok Barzanî weke bibandortirîn kesayetiyê hefteyê hate hilbijartin
Di rapirsiya kanala Cezîreyê de Serok Barzanî weke bibandortirîn keyasetiyê hefteyê hate hilbijartin.
Li gor encamên rapirsiya kanala Cezîre ya bo destnîşan kirina keseyatiya bibandor ya hefteyê, Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî weke bibandortirîn kesayetiyê hefteyê hatiye hilbijartin.
Cezîre her hefte 4 kes û 3 bûyer weke kes û bûyerên here girîng dixe dengdanê û di dengdana vê hefteyê de ew pirs ji bîner û xwênerên Cezîreyê hatiye kirin ka gelo ji wan çar kesan kîjan bandoreke zêdetir li ser we kiriye?
Li gor encamên rapirsiyê Serokê Kurdistanê bi bidest xistina ji sedê 62ê dengan bûye yekem û sê kesên din yên ku hatibûn hilbijartin kesê wan nikarîbû rêjeya dengên xwe bigehîne sedî 20.

Top