Bahozên Harvî bi 40 Milyar Dolaran zîyan gehandin Amerîkayê
Li gorî Esoşyeytd Pirês lezatîya bahozên Harvî di bilinditirîn astê xwe da duh gehişt 215 Kîlometran di satê da û bûye sedem ku rewşa neasayî li zêdetrî 50 deverên wîlayeta Têksas ya Amerîkî bê ragihandin û 2000 serbaz bo piroseyên lêgeryanê di erkê xwe dane.
Bahozên Harvî yên îsal bihêztirînên 12e salên borî ne û li gorî şarezayên aborî bahozan bi 40 Milyar Dolaran zîyan gehandin Amerîkayê.
Sê kesan di bahozên Harvî da jiyana xwe ji dest dayne û herwesa bi dehan hizarên din malên xwe çûl kirin.
Esoşyeytd Pirês ji zarê berpirsekê tîmên rizgarkirinê li wîlayeta Têksas ya Amerîkî eşkera kir; Sê welatîyan ta niha ji sedema bahozên Harvî jiyana xwe ji dest dan jimareka din birîndar bûn û piroseyên lêgeryanê ta niha berdewamin û serbaz jî alîkarîyê di lêgeryanê da diken.
Herwisa diyar kir; Bahoz bûn sedemê birîna karebê ji 350 hizar welatîyan, bi dehan hizar kesên din ji malên xwe revîne û xaça sor ya navdewletî 21 bingehên vehewyanê ji bo wan amade kirin û amadebaşîya xwe ji bo danana 21 binagehên din diyar kir.
Waar.tv
