Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Fransa li warên abûrî û perwerde bi hev re kar dikin
Li despêka civînê ku wezîrên Navxwe û Pilandan, Peyvdarê Hikûmetê, Serokê Fermangeha Têkilî yên Derve û Serokê Dîwana Serokatiya Herêmê berhev bibûn, Talebanî spasiya Franas kir ji bo piştîvaniya serbzaî û mirovahiya gel û Hikûmeta vî welaî ji bo Herêma kurdistanê li şerê dijî DAIŞê.
Florence Parly Wezîra Berevaniya Fransa rola Hêzên Pêşmerge li şerê dijî DAIŞê giring nirxand, bi taybetê li operasiyona rizgar kirina Mûsilê. Spasiya gel û Hikûmeta Herêmê kir ji bona hembêz kirina hijmareka zêdeya koçber û penaberan.
Jean-Yves Le Drian Wezîrê Derveyê Fransa serketinên Hêzên Pêşmerge li şerê dijî DAIŞê giring nirxand û soz da ku li ser hemahangî û alîkarî kirinê berdewam dibin.
Talebanî amaje bi hatina koçberan ji bo Herêma Kurdistanê kir ku bûne bargiranî li ser Hikûmeta Herêmê û daxwaz ji welatên cîhanê kir ji bo vê yekê alîkariya hikûmetê bikin.
Wezîra Berevaniya Fransa behsa çar biyavên abûrî, perwerde, alîkariya koçberan û avedankirina Kurdistanê kir ku tevî Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hev re kar dikin.
Wezîrê Pilandana Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hûrî behsa rewşa koçberan li Herêma Kurdistanê kir û bal kişande ser reformên hikûmetê ku ji aliyê Banka Cîhanî giring hatiye nirxandin.
Li dawiya civînê ji her du aliyan pêdagirî li ser berfireh kirina têkilî yên navbera Herêma Kurdistanê û Komara Fransa kirin.
