• Friday, 20 February 2026
logo

Grûba Karên Paşeroja Iraqê: Divê Amerîka dijitiya Kurdistanê neke

Gulan Media August 28, 2017 Nûçe
Grûba Karên Paşeroja Iraqê: Divê Amerîka dijitiya Kurdistanê neke
Grûba Amerîkî ya Karên Paşeroja Iraqê di raporekî de ji rêveberiya Amerîkayê daxwaz dike da ku di dema kêşe û pozberiya di navbera Hewlêr û Bexdayê de, ji bo hevnêzîkiriana herdu aliyan roleke bi bandor bilîze û tekez jî dike, nabe helwesteke alîgirî werbigre û xwe weke alîgirê berjewendiyên aliyekê nîşan bide.

Ev rapor di demekê de ye, ku Washington heta niha ji bo berjewendiyên Iraqê helwest nîşan daye û daxwaz dike, ku giştpirsiya Başûrê Kurdistanê were paşxistin.

Rapora Grûba Amerîkî ya Karên Paşeroja Iraqê bi sernava “Bidestxistina seqamgiriyeke demdirêj ji bo garantîkirina têkbirina DAIŞê” hatiye amadekirin. Rapor bi serpereştiya balyozê berî yê Amerîkayê li Iraqê Ryan Crocker hatiye amadekirin û ronahî dixe ser Iraqa piştî DAIŞê, egerên pêkanîna aramî û seqamgîriya daîmî, ku rê li pêşiya serhildana tundrewiyê bigre.

Ryan Crocker ji bilî Iraqê, li Efganistan, Pakîstan, Sûriye, Kuwêt û Lûbnanê jî weke balyozê welatê xwe kar kiriye, di beşekê raporê de dibêje; “Niha hikûmeta Iraqê bi piştgiriya Amerîkayê, hew maye hemû xaka di destê DAIŞê de kontrol bike. Em dê di vê raporê de behsa stratejiyekê bikin, ku li ser hîmê vê serkeftinê bi yekcarî dawî li DAIŞê bîne û hevdem berjewendiyên ewlekarî û neteweyî yên Amerîkayê jî ji bo demdirêjî garantî bike.”

Di raporê de tê gotin, ku Grûba Amerîkî ya Karên Paşeroja Iraqê ji sala 2016ê ve bi lêkolîneke hûr û kûr ve mijûl in da ku destnîşan bikin ka çawa Amerîka dikare berjewendiyên xwe yên demdirêjî li Iraqê biparêze.

Bi vê armancê grûbê çendîn caran serdana Bexda, Hewlêr, Silêmanî, Necef, Emman û Berlînê kirine, du caran jî li Washingtonê li gel siyasetvanên Iraqê, serkirdeyên olî û figurên civaka sivîl, pispor û karbidestên biyanî jî rûniştine.

Di Grûba Amerîkî ya Karên Paşeroja Iraqê de cîgirê berî yê fermandarê hêzên firehrêgezan li Iraqê Michael Barbero, şirovekarê siyseta navdewletî Ben Connable, Rêveberê Navenda Rojhilata Navîn a Koleja Aborî ya Londonê Toby Dodge, Rêveberê Bernameya Rojhilata Navîn a Peymangeha Aştî ya Amerîkayê Serheng Hemeseîd, Rêveberê Bernameya Rojhilata Navîn ûy Efrîqa yê Peymangeha Rojhilat û Rojava Kawa Hesen, Serokê Peymangeha Iraqê ya Lêkolînên Stratejîk li Beyrûtê Dr. Falih Ebdulcebar, lêkolînerê siyaseta rojhilata nêzîk Dr. Michael Knights û gelek navên din jî cîh digrin.

Rapor behsa astengiyên li pêşiya Iraqê dike, ku ji ber şer hatine ber deriyê hilweşandinê. Di raporê de tê gotin, ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de niyetpakî û bawriya bi hev nemaye û wiha berdewam dike:
“Herêma Kurdistanê xwe weke qurbanî dibîne. Iraq jî di wê baweriyê de ye, ku Herêma Kurdistanê vê rewşê xirab bikartîne. Lê têkçûna pêwendiyan xizmetê ji berjewendiyên herdu aliyan û Amerîkayê re jî nake.”

Rapor dibêje: “Qet guman nîne, ku piraniya kurdan piştgiriyê didin dewleteke serbixwe. Lê di nava xwe de jî nakok in ka kengî û çawa ev dewlet were damezrandin. Li gel vê yekê jî hemû kurd hemnêrîn in ku divê pêwendiyên wan ên dostane li gel Bexdayê hebin û bi riyên aştiyane hi hev cuda bibin.”

Rapor amaje bi wê yekê dike, ku dibe li ser navçeyên nakok di navbera Hewlêr û Bexdayê de şerekî nû derbikeve. Lewma ev rewş Amerîkayê eleqeder dike, ku herdu welat tenê ji wî bawer dikin, divê li gel herdu aliyan di nava guftûgoyê de be.

Grûba Amerîkî ya Karên Paşeroja Iraqê tekez dike, divê Amerîka di çareserkirina pirsgirêkan de piştgiriya ti aliyekê neke û li dijî serxwebûbûna Kurdistanê ti helwestekî nerênî nîşan bide.

Rapor ji rêveberiya Amerîkayê daxwaz dike, ku heman xeletiya sala 2011ê dubare neke, ku rêveberiya wê demê ya Amerîkayê hêzên xwe ji Iraqê vekişand û welat di nava toz û dumanê de hişt.

Grûba Amerîkî ya Karên Paşeroja Iraqê herwiha daxwaz dike, ku Washington li Iraqê bi awayeke bihêz amade be, qadê ji Îranê û grûbên tundrew re vala neke.

Rudaw
Top