Serok Barzanî pêşwaziya malbata Hemed Emîn Axayê Dizeyî kir
Li hevdîtinê de, Kak Muhsîn Dizeyî û malbata Hemed Emîn Axayê Dizeyî ragihandin ku hatine spas û pêzanînên xwe bi Serok Barzanî rabigihînin ji bo girîngî pêdan û beşdarî kirina wan li pirseya xwedê jêrazî Enwer Mihemed Emîn Dizeyî, birayê Kak Muhsîn Dizeyî.
Serok Barzanî ji bilî bi xêrhatina wan, rola wê malbata têkoşer li xebatên rizgarîxwaza gelê me bilind nirxand û hêviya temendirêjî û selametiyê ji bo Kak Muhsîn Dizeyî xwest.
