• Friday, 20 February 2026
logo

Îran - Girtiyekî din yê kurd hat îdamkirin

Gulan Media August 27, 2017 Nûçe
Îran - Girtiyekî din yê kurd hat îdamkirin
Girtiyek kurd li Îranê hat îdamkirin, malbata wî piştî 3 rojan hat agahdarkirin.

Li gorî çavkaniyên mafên mirov li Rojhilatê Kurdistanê, girtiyekî kurd bi navê seyîd Cemal seyîd Mûsewî roja çarşema borî (23 vê mehê) li girtîgeha Recayîşehr ya bajarê Kerecê yê Îranê de hatiye îdamkirin lê piştî rojan malbata wî hatiye agahdarkirin.

Seyîd Cemal seyîd Mûsewî, sala 2008 li bajarê Sine ji aliyê hêzên asayişê ve hatibû girtin, sala 2009 bi tohmeta endamtî di grûpên îslamî yên radîkal de ji aliyê dadgehê ve bi îdamê hatibû mehkûmkirin.

Mûsewî xelkê bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê bû.

Basnews
Top