Kurdên Krosnodarê: Serxwebûn ji kurdan re pirsa şerefê ye
Gundê Beloyê mezintirîn gundê Komara Adigê û herêma Krasnodarê ye û li vê herêmê herî zêde kurd lê niştecî ne.
Ajaldarî û çandinî jêdera sereke ya debara şêniyên nêzî 400 malên kurdên vê gundê ye. Lê rêjeya rewşenbîr û xwendevanên deverê jî pir bilind e.
Li gund kombûneke taybet heye. Yekane mijar beşdarîkirina di kampanyaya piştgirîdana giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê de ye.
Dayika Tellî ya 90 salî dibêje bila li Kurdistanê bizanin ku kurdên Rûsyayê li pişt wan in.
Telîya Îsa dibêje: “Ez 90 salî me. Li vir zarokên me û neviyên me gunehin. Herin ku derê û bi zimanê xwe biaxivin xweliya wan tune. Kurdin û xweliyan wan tune. Bila Barzanî û Talebanî alîkariyê bidin kurdan û kurd jî pişta wan bigrin. Eger dewleta kurdan hebe, dê kurd bibin serdestên baş.”
Dîrokzanê kurd Letîf Brûkî jî amaje bi trajediyên di dîroka kurdan de kir û penaberiya 200 salî ya kurdên Rûsyayê jî bi bêdewletbûnê ve şîrove kir.
Letîf Brûkî got: “Rast e, kurd çi qas bi hêz û xort bin dê ew qas werin qebûlkirin. Îro em vê rastiyê li Kurdistana Rojava û ya Başûr de dibînin. Lê eger em tev de bi dil û can ji referandûmê re bêjin erê ji bo serxwebûna Kurdistanê, dinya alem jî neçar e me qebûl bike.”
Wekî hemû kurdên Rûsyayê, şêniyên herêma Adigê û Krasnodarê jî koçber in. Herî dawî, piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê, ji komarên Kafkasya û Asya Navendî derbeder bûne.
Çalakvanê civak Hadî Ezîzov jî diyar kir: “Em îro ji bo piştgiriya referandûma 25ê Îlonê ya Kurdistanê li vir kom bûne. Civata me tev de dibêje ‘erê ji bo Kurdistanê û erê ji bo referandûmê’. Em tev de bi serxwbûna Kurdistanê şad in.”
Hemû beşdarên çalakiyê dan zanîn, ku giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê diyardeya yekîtiya neteweyî ye û ji her kurdekî re jî pirsa şerefê ye.
Herçend mafê wan ê dengdanê tune be jî ew, çalakiyên xwe wek piştgirîyeke menewî dibînin. Lewma jî bîryar hat girtin, ku ta roja giştpirsiyê ewê dê çalakiyên xwe li tevaya gund û bajarên herêmê bidomînin. Û nûnerên xwe bişînin çalakiya navendî ya li Moskowê ku dê roja 27 Tebaxê encam bide.
Rudaw
