Azadkirina yekcarî ya Telafer û derdora wê nêzîk bûye!
Li gor fermandarên Iraqê dervey taxa Elsena ya bakûrê Telaferê, qezaya Telafer bi temamî hatiye kontrol kirin û çekdarên DAIŞê ber bi rojhilat û rojavayê qezayê ve revî ne û bi sedan kes ji wan hatine kuştin.
Malpera Reyî El Yewm hişyarî daye ku DAIŞê li Mûsilê taktîka paşvekêşînê û piştre xafilkirina hêzên Iraqê pêkanî û dibe ku ew taktîk dîsa dubare bibe.
Herwaha çavkaniyên Iraqê jî ji ajansa Reutersê re ragehandin, hêzên Iraqê ber bi kontrola temamî ya yekcarî ya bajarê Telaferê nêzîk in û tenê sedî 5 ê bajar maye ku bê azad kirin.
Wezîrê berevaniya Iraqê İrfan Heyalî jî duh li eniya şer a li Telaferê aşkera kir: ‘’DAIŞ li Iraqê hilweşiyaye û êdî nikare berevaniyê bike û ragehandina azad kirina temamî ya Telaferê nêzîk e û em li bendê wê nûçeyê jî serokwezîr Heyder Ebadî belav bike.’’
Basnews
