• Friday, 20 February 2026
logo

Parlementerê Almanî: Kurd dikarin bibin hevpeymaneke baş a rojava

Gulan Media August 27, 2017 Nûçe
Parlementerê Almanî: Kurd dikarin bibin hevpeymaneke baş a rojava
Parlementerê almanî Volker Beck di Festîvala Serxwebûna Kurdistanê de ragihand, ku kurd hêzeke mezin a taybet in ji bo dabînkirina aramî û asayişê û dikarin bibin hevpeymaneke gelek baş a rojavayê cîhanê.

Yek ji parlementerên navdar ên Almanyayê Volker Beck îro roja şemiyê 26ê Tebaxa 2017an li bajarê Kolnê di Festîvala Serxwebûna Kurdistanê de gotarek pêşkêş kir û piştre jî ji Rûdawê re ragihand:

“Em diyar dikin ku mafê kurdan heye li ser çarenûsa xwe biryar bidin. Kurd yek ji wan neteweyan e ku piştî serdema kolonyalîzmê ji mafên xwe hatine bêparkirin. Anku divê hewldanên xwe birêkbixin û divê hemû li aliyekî hewl bidin ku mafên yasayî yên kurdan werin naskirin. Ev dem jî ne dereng e û divê kurd hewl bidin.”

Volker Beck herwiha destnîşan kir: “Divê niha qonaxeke ciyawaz hebe. Divê kurdên seranserê cîhanê û kurdên li Ewropayê hemû hewldanên xwe bixine pêş û piştgirî bidin vê ajendayê. Çimku gelek dûr nîne ku kurd ji desthilata dagirkeran rizgar bibe. Ev karekî gelek giring e.”

Li ser piştgiriya Hikûmeta Almanyayê ya ji bo vê pêngava ku kurdan avêtine parlementerê alanî diyar kir: “Bêguman li ser vê mijarê mirov dikare gelek biaxive. Bi taybetî ev di siberojê de dê bibe. Em dizanin ku kurd li vir in. Herwiha em dizanin ku kurd hêzeke mezin û taybet in di dabînkirina aramî û asayişê de. Beşeke mezin a kurdan li welatên Ewropayê dijîn û bûne çavkaniyeke mezin a aramî û asayişê. Dikarin bibin hêzeke mezin û hevpeymaneke gelek baş. Ji ber vê yekê, divê kar bikin û divê civaka navdewletî jî rêz li wan bigre.”

Rudaw
Top