• Friday, 20 February 2026
logo

Ebû Muslimê Rûsî ligel 8 serkirdeyên DAIŞê li Kerkûkê hatin kuştin

Gulan Media August 27, 2017 Nûçe
Ebû Muslimê Rûsî ligel 8 serkirdeyên DAIŞê li Kerkûkê hatin kuştin
Di êrîşeke firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî li başûrê rojavayê Kerkûkê de, 9 serkirdeyên DAIŞê kuştin, ji nava wan ji regeza Rûsî ye.

Jêderekî navxweyî li parêzgeha Kerkûkê ji medyayên Iraqî re ragihand, firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê ya bi serokatiya Amerîka pêgeheke serkirdeyên DAIŞê li gundê Romane ya ser bi qezaya Hiwêceyê li rojavayê Kerkûkê bombebaran kir.

Li gor zanyariyan, di wê bombebarankirina firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî de 9 serkirdeyên DAIŞê hatin kuşin, yek ji nava wan bi navê Ebû Muslimê Rûsî ye û di vê dawiyê de ji Mûsilê reviyabû Hiwîceyê.

Wî jêderî got jî, ew bombebaran bû sedema jinavbirina hejmarek mezin ji otombîlên DAIŞê.

K24
Top