Skirtarîyeta komelê ragihandinek li dor rûdana devera balekayetî belavkir
Di ragiehandinekê da Skirtarîyeta Komela Şûreşgêr ya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê ragihand: Hêş wan agehî li ser wê rûdana nexwazya nînin yaku di navbera Pêşmergeyên wan û welatyên gundê Gundejorê da rûdayn û têda du kesan canê xwe ji destdayî, daxwazkir yasa û hikumeta Herêmê di navbera wan da hekem bin, ewê alouzya nexwazyar çare biken, daku neyarên Kurd û Herêma Kurdistanê mifayî jê wernegirin.
Herwisa Skirtaryeta Komelê di ragihandinê da daxwaz ji hemî alîyên peywendîdar û xelkê xweştivyê gundê Gundejor kirye , ku hemî şîyanên xwe biden kar ji bo hêwir kirina wê alozyê dubare ji bo vegerandina dustayetî û birayetya di navbera wan da xebatê biken.
Waar.tv
