• Friday, 20 February 2026
logo

Skirtarîyeta komelê ragihandinek li dor rûdana devera balekayetî belavkir

Gulan Media August 26, 2017 Nûçe
Skirtarîyeta komelê ragihandinek li dor rûdana devera balekayetî belavkir
Skirtarîyeta Komela Şûreşgêr ya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê ragihandinek li dor rûdana teqekrinê ya devera Balekayetî belavkir û têda diyarkir: Bila yasa û hikumeta Herêmê di navbera wan da hekem be.
Di ragiehandinekê da Skirtarîyeta Komela Şûreşgêr ya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê ragihand: Hêş wan agehî li ser wê rûdana nexwazya nînin yaku di navbera Pêşmergeyên wan û welatyên gundê Gundejorê da rûdayn û têda du kesan canê xwe ji destdayî, daxwazkir yasa û hikumeta Herêmê di navbera wan da hekem bin, ewê alouzya nexwazyar çare biken, daku neyarên Kurd û Herêma Kurdistanê mifayî jê wernegirin.
Herwisa Skirtaryeta Komelê di ragihandinê da daxwaz ji hemî alîyên peywendîdar û xelkê xweştivyê gundê Gundejor kirye , ku hemî şîyanên xwe biden kar ji bo hêwir kirina wê alozyê dubare ji bo vegerandina dustayetî û birayetya di navbera wan da xebatê biken.

Waar.tv
Top