• Friday, 20 February 2026
logo

“Serok Barzanî daxwaz kiriye deşta Neynewa bibe parêzgeh”

Gulan Media August 26, 2017 Nûçe
“Serok Barzanî daxwaz kiriye deşta Neynewa bibe parêzgeh”
Endamekî encumena parêzgeha Neynewa (Mûsil) dibêje, Serok Barzanî pêşniyar kiriye deşta Neynewa bibe parêzgeh.

Endamê encumena parêzgeha Neynewa Xezwan Dawûdî ji BasNewsê re got, Serok Barzanî pêşniyar kiriye deşta Neynewa bibe parêzgeh, ji ber wê dest bi amadekariyan hatiye kirin.

Xezwan Dawûdî her wiha got, endamên kurd, ereb û turkmen yên encumenê piştevaniya wê yekê dikin. Me bo wê hindê daxwaz ji Barzanî kiriye hêzên Pêşmerge devera me biparêze.

Wî endamê kurd yê encumena parêzgeha Neynewa anî ziman ku xelkê deşta Neynewa êdî naxwazin bin destê Bexdayê bin, dixwazin bibin xwedan parêzgeha xwe.

Basnews
Top