• Friday, 20 February 2026
logo

Baydemir bersiv da Bahçeli: Ne hedê te ye tu gef li kurdan bixwî

Gulan Media August 26, 2017 Nûçe
Baydemir bersiv da Bahçeli: Ne hedê te ye tu gef li kurdan bixwî
Berdevkê HDPê Osman Beydemir li hember gotinên Serokê MHPê Devlet Bahçeli nerazîbûn nîşanda û got: "Ne mafê wî ye gefan li gelê kurd bixwe!"
Serokê Partiya Tevgera Netewperest a Tirkiyê (MHP) Devlet Bahçeli duh di daxuyaniyeke rojnamevanî de derbarê referandûma Herêma Kurdistanê de gotibû: "Divê ev referandûm weke sedema şer were hesibandin."
Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Osman Baydemir îro di parlamentoyê de civîneke çapemeniyê saz kir û derbarê vê mijarê de bersiv da Bahçeli û got: "Gotinên Bahçeli ji yên Erdogan ne cudatir in. Polîtîkaya Erdogan jî ji ya Bahçeli ne cudatir e; Dijminahiya kurdan û bila kurd dayika xwe nebîne."
Baydemir destnîşan kir ku vê siyasetê zirarên mezin gihandine Tirkiyeyê û diyar kir ku, "Ne mafê ti kesî ye gefan li 40 milyon kurdan bixwe. Ne hedê ti kesê ye."
Derbarê referandûma Herêma Kurdistanê de Osman Baydemir tekez kir: "Li Herêma Kurdistanê, mafê diyarkirina çarenivîsa xwe ya gelê kurd, mafekî herî rewa û demokratîk e. Gefa li hember vê ne rewa ye. Ne maf û hedê ti kesan e gefan bixwe. Heman tişt ji bo Rojava jî wiha ye."

Top