Martin Schulz: Referanduma serxwebûnê mafê rewa yê kurdane
Namzedê serokwezîrtî û Serokê Partiya Sosyal Demokrat a Almanyayê Martîn Schulz got: "Ez referanduma serxwebûna Kurdistanê wek mafê rewa yê kurdan dibînin. Ji bo ku kurdan li welatê xwe gelek êş û azar kişandin."
Li gorî nûçeya malpera Rûdawê Martin Schulz got: "Di nêrîna Almanyayê de referanduma Herêma Kurdistanê pirseke navxweyî ya Iraqê ye û divê bi diyaloga ligel Bexdayê çareser bibe. Ez referandumê wekî mafekî rewa yê gelê kurd dibînim. Ji ber ku wan gelek êş û azar li wî welatî kişandine. referandum mafê wan e."
Li Almanyayê di 24ê Îlonê de hilbijartinên parlamentoyê têne kirin û nêzîkî 62 milyon alman dê herin ser sindoqan.
