Ji bo kontirolkirina rewşa balekayetî Barzanî hat deng
Peyamnêrî WAAR li çoman ragehand; Di wî şerî da ku dinavbera çar bira û hinek ji Pêşmergeyên rojhelat liser pirsa birîna Daran rûdabû, yek ji Pêşmergeyan teqe kir û bi wê sedemê du brayan jiyana xwe ji destda û du jî birîndarbûn ku birîna yek ji wan dijware.
Wê rûdanê karvedanek dijwar li dûv xwe anî û xelkekê zûr ji Balekayetî bi çek ve êrişî bingehên her yek ji Kkomela Şorşigêrên Kurdistanê û hizba demokrata kurdistanê HDK û herwisa hizba demokrata kurdistana Îranê HDK sotin, bi gotina wan, ew dê tola gencên devera xwe vebiken.
Komela Şorşigêrên Kurdistanê jî di beyanekê da xwast rewş bê kontirol kirin û hikumeta Herêma Kurdistanê li gorî qanûnê serederyê digel wê rûdana nexwazyar bike.
Waar.tv
