• Friday, 20 February 2026
logo

Ji bo kontirolkirina rewşa balekayetî Barzanî hat deng

Gulan Media August 26, 2017 Nûçe
Ji bo kontirolkirina rewşa balekayetî Barzanî hat deng
Bi armanca kontirol kirina rewşa devera Balekayetî piştî duh bi sedema şerekî Pêşmergeyên Komela Şorşigêrên Kurdistanê teqe li çar welatyên Balkayetî kir ku birayên yekin Mes’ûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê hat deng.
Peyamnêrî WAAR li çoman ragehand; Di wî şerî da ku dinavbera çar bira û hinek ji Pêşmergeyên rojhelat liser pirsa birîna Daran rûdabû, yek ji Pêşmergeyan teqe kir û bi wê sedemê du brayan jiyana xwe ji destda û du jî birîndarbûn ku birîna yek ji wan dijware.
Wê rûdanê karvedanek dijwar li dûv xwe anî û xelkekê zûr ji Balekayetî bi çek ve êrişî bingehên her yek ji Kkomela Şorşigêrên Kurdistanê û hizba demokrata kurdistanê HDK û herwisa hizba demokrata kurdistana Îranê HDK sotin, bi gotina wan, ew dê tola gencên devera xwe vebiken.
Komela Şorşigêrên Kurdistanê jî di beyanekê da xwast rewş bê kontirol kirin û hikumeta Herêma Kurdistanê li gorî qanûnê serederyê digel wê rûdana nexwazyar bike.

Waar.tv
Top