Baydemir: Îran û Tirkiye dixwazin rihê peymana Skyes -Pîcot berdewam bikin
Baydemîr da xuyakirin, li rojhelata navîn siyaseta dijmintiya Kurdan têk çûye û dijberiya daxwazên kurdan, tê wateya dijberiya demokrasî, dad û wijdanê û kesê mafê Kurdan nas neke, xwedê jî nas nake.
Baydemîr got, Enqere, Şam, Bexda û Tehran hember daxwaz û dewleta Kurdan heman nerazîbûnê nîşan didin û ev jî nîşan dide ku bo wan mijara "Kurdê baş, Kurdê Xerab" nîne, Kurdên ku azadî û mafên xwe dixwazin bo wan metirsî ne. Jiber vê yekê pêwîste Kurd yekîtiya xwe xurt bikin.
Baydemîr got, erkê yekemîn hevpeymana nîştimanî ye. Li gor mercên parçeyan dibe ku siyaset cuda bibe û ew wek HDP bê şert û merc îradeya gelê Başûrê Kurdistanê qebûl dikin, rêz digrin bo cîbicîkirinê jî çi ji destê wan tê dê bikin.
K24
